Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo cejna Ekîto

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdist bi boneya cejna Ekîto peyamek belav kir

K24 Hewlêr

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdist bi boneya cejna Ekîto peyamek belav kir.

Ev jî deqa wê peyamê ye:

 

Bi helkefta hatina cejna Ekîto serê sala nû ya Babilî Aşûrî ve, germtirîn pîrozbahiyê li tevahiya xûşk û birayên Kildanî, Aşûrî û Siryaniyên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdarim ev helkeft ji bo Kurdistaniyan û hemû gelên cîhanê cihê xêr û xweşî û vegerandina hêvî û aramiyê be, ku ji ber şewba Korona ve tûşî rewşeke dijwar û nexwastî bûn.

Her bi vê helkeftê tekez li ser girîngiya hemahengî û hevkariyên hemû dam û dezgehên fermî, aliyan û pêkhatên Kurdistanê pêkve dikim ku bi pabendbûna rênimayiyan û li ber girtina rêyên dirust û pêwîst bi awayeke serkeftî ji vê rewşê derbas dibîn.

Kurdistan wekî herdem landika pêkvejiyanê, lêborînî, mirovdostiyê ye û zarok û gedeyên Krîstiyanan jî pêkhatê resen û girîngê vê çandê ne ku divê bi hemû awayek biparêzîn û bihêztir bikîn.

Cejna Ekîto li xûşk û birayên me yên Krîstiyanan pîroz bê û hêvîdarim pêkve cejn û helkeftên me yên paşarojê li rewşeke baştir da, li sayeya pêkvejiyan û aştî û aramiyê da pîroz bikîn.

Xwedayê mezin Kurdistan û Kurdistaniyan û tevahiya gelên cîhanê biparêze.

 

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.03.2020