Ragehandineka nû ji Wezareta Tenduristîyê.. 12 tûşbûyên nû bi Koronayê li Herêmê hatin tomarkirin
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina xwe ya hejmare (33) de, amarên tûşbûnên Koronayê di 24 demjimêrên burî de belav kir û daznîn ku 12 haletên nû yên Tûşbûnê bi vîrusa Koronayê hatine tomarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina xwe ya hejmare (33) de, amarên tûşbûnên Koronayê di 24 demjimêrên burî de belav kir û daznîn ku 12 haletên nû yên Tûşbûnê bi vîrusa Koronayê hatine tomarkirin.
Deqa wê ragehandinê
Ragehandina Wezareta Tenduristîyê
Hejmar 33
Derbarê nexweşîya Vayrosa Koronayê (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristîy bo kerentînekirin, vedîtin û pişkinîna helgirên evê Vayrosê rojane berdewam in, bi vê yekê jî:
1- Kerentîn
Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (5503) kes li (36) cihên cuda bûn. Niha tenê (1092) kes di kerentînê de mane, (133) kes li Hewlêrê, (127) kes li Silêmaniyê, (751) li Duhokê, (50) li Helebce, (31) li Raperînê. (4411) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (29) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine kerentîkirin.
2- Pişknîn
Di 24 demjimêrên bûrî de (607) pişknîn hatin kirin, (395) li Hewlêrê, (111) li Silêmaniyê, (101) li Duhokê.
Derencam (12) pêketiyên nû hatin tomarkirin, bi vî awayî:
Li parêzgeha Hewlêrê (1) erênî, ku jineka temen 22 salîye û berketîya pêketîyê nahye ya Xelafan e.
Li Parêzgeha Silêmaniyê (5) erênî, 4 di nav bajarê Silêmanêyê, zelamek temen 25 salî ku berê geşt kirîye. 3 jin temenên wan (46, 27, 25) salî ne ku tenê dû berkevtî ne, zelamek jî li qezaya Derbendîxanê, temen 37salîye û berketiyê tûşbûyekî berê ye.
Parêzgeha Helebce: (6) erênî, ku dû zelam in temenên wan 73 û 58 Sali ne, (2) jin temenên wan 75 û 39 salî ne, (2) zaro temenên 2 û 5 salî ne ku berkevtîyên tûşbûyekî erê ne.
3- Amerên Giştî
Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona nû li Herêma Kurdistanê (162) kes in, jê (2) haletên mirinê hene û (57) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşîyê li Wezareta Navxwe û tîmên pizîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike bi ti awayekê ji malên xwe dernekevin derve, pabendî rênimayên tenduristîyê bin, têkildarî kesên din nebin û di dema pêwîst de pêwendiyê bi hêla germa (122) re bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
31/Adar/2020