Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê: Qedexeya hatinûçûnê bo 10 rojên din hat dirêjkirin
Wezîrê Navxweya Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, me biryar da qedexeya hatinûçûnê bo dema 10 rojên din dirêj bikîn.
K24- Hewlêr
Wezîrê Navxweya Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, me biryar da qedexeya hatinûçûnê bo dema 10 rojên din dirêj bikîn.
Wezîrê navxwe ya Herêma Kurdistanê ragehand jî, ev biryar ji evro demjimêr 12yê şevê ve destpêdike û heya demjimêr 12yê şeva 10ê/ Nîsana/ 2020 berdewam dibe, lê hinek sanahîkirin bo bizava hinek kertan û kesan dihête kirin, ewên pêwîstîya wan bi hatinûçûnê heye.
Xuya jî kir, hikumeta Herêma Kurdistanê di xema hevwelatîyan de ye û tenduristîya hevwelatîyan li pêş her tişt e.
Herweha got: Me desthelat daye yekeyên birêvebirinê, daku sanahîkirinê bo bizav û cîbicîkirina qedexeya hatinûçûnê bikin.
Tekez jî kir, pirsa azadkirina pişkek ji zîndanîyan li ser pêşnîyaza serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bûye û komîteyeka taybet jî bo danana rêkarên pêwîst bo azadkirina pişkek ji zîndanîyan dê bihête danan.
Aşkera jî kir, sube di civîna Civata Wezîran de, behsa pirsa kirêçîyan û lêxweşbûnê ji kirê yên mulkên hikumetê dihête kirin.