Îraqê.. 65 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê tomar kir
Wezareta Tenduristîya Îraqê amarên nû yên tûşbûyîn û mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê li seranserî Îraqê bi Herêma Kursitanê ve jî belav kir ş ragehand, di dema 24 demjimêrên bûrî de, 65 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatine tomarkirin li parêzgehên Îraqê, bi vî awayî:
K24- Hewlêr

Bexda: 12 halet.
Besra:4 halet.
Necef: 22 halet.
Silêmanî: 11 halet.
Kerbela: 11 halet.
Dîyala: 2 halet.
Hewlêr: 1 halet.
Kerkûk. 1 halet.
Dîqar: 1 halet.
Wezareta Tenduristîya Îraqê aşkera jî kirîye, di dema 24 demjimêrên burî de, 4 kesên dinb bi sedema Koronayê li Îraqê canê xwe ji dest dane, li Bexda yek halet, li Besra yek, li Necef yek û li Mîsan jî yek halet.
Her li gor beyannameya wezareta Tenduristîya Îraqê, ji duhî ve, 18 kes li seranserî Îraqê bi parêzgehên Herêma Kurdistanê ve jî, bi temamî ji nexweşîya Koronayê çêvebûne, bi vî awayî:
Bexda: 3 halet.
Besra: 4 halet.
Necef: 6 halet.
Hewlêr: 5 halet.
Dawîn amara koronayê li Îraqê amaje bi wê yekê dikin, ku heya niha 694 kes li teveya Îraqê tûşî Vayrosa Koronayî bûne û ji evê hejmareyê 50 kesan canê xwe ji dest daye û 170 kesan jî bi temamî çêvebûne ji evî derdî.