Wezareta Tenduristîyê encamên nû ragehand
Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kuristanê nûtirîn amarên tûşbûyên Koronayê li Herêma Kurdistanê ragehand.
K24- Hewlêr
Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kuristanê nûtirîn amarên tûşbûyên Koronayê li Herêma Kurdistanê ragehand.
Deqa ragehandina wezareta Tenduristîyê
Derencamên nû..
Di berdewamîya pişkinînan û geryanê de li dûve gumanlêkirîyan, 8 tûşbûyên nû bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19) hatin destnîşankirin, bi vî awayî:
- (5) Ji tûşbûyan li parêzgeha Silêmanîyê ne (4 jin û 1 zelam) ku çar ji wan berkevtîyên tûşbûyên berê ne û yek ji wan jî haletek nû ye. (3) ji tûşbyan rûniştvanên bajarê Silêmanîyê ne û dû jî rûniştvanên qeza ya Derbendîxan in.
- (3) ji tûşbûyan jî, li parêzgeha Duhokê ne (2 zelam û 1 jin) Ku dû ji wan rûniştavnên qeza ya Zaxo ne û yek jî rûniştvanê qeza ya Amêdyê ye.
Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê
31/Adar/2020