Wezareta Tenduristîyê encamên nû ragehand

Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kuristanê nûtirîn amarên tûşbûyên Koronayê li Herêma Kurdistanê ragehand.

K24- Hewlêr

Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kuristanê nûtirîn amarên tûşbûyên Koronayê li Herêma Kurdistanê ragehand.

Deqa ragehandina wezareta Tenduristîyê

Derencamên nû..

Di berdewamîya pişkinînan û geryanê de li dûve gumanlêkirîyan, 8 tûşbûyên nû bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19) hatin destnîşankirin, bi vî awayî:

  • (5) Ji tûşbûyan li parêzgeha Silêmanîyê ne (4 jin û 1 zelam) ku çar ji wan berkevtîyên tûşbûyên berê ne û yek ji wan jî haletek nû ye. (3) ji tûşbyan rûniştvanên bajarê Silêmanîyê ne û dû jî rûniştvanên qeza ya Derbendîxan in.
  • (3) ji tûşbûyan jî, li parêzgeha Duhokê ne (2 zelam û 1 jin) Ku dû ji wan rûniştavnên qeza ya Zaxo ne û yek jî rûniştvanê qeza ya Amêdyê ye.

Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê

31/Adar/2020