Encûmena Wezîran çend pirsên girîng guftûgo dike
Îro Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dicive û çend pirsên girêdayî bi rûbirûbûna Korona, bicihkirina yasaya çaksaziyê û pirsa xwendina îsal guftûgo dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê dicive û çend pirsên girêdayî bi rûbirûbûna Korona, bicihkirina yasaya çaksaziyê û çarenivîsa xwendina îsal guftûgo dike.
Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm ji K24ê re ragihand, biryar e Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Mesrûr Barzanî bcive û di civînê de çend pirsên girêdayî bi rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna Korona tê guftûgo bikin. Ji wan jî, çawaniya dabînkirina mûçeyên fermanberên Hikûmetê. Herwiha projeyebiryarekê ji bo hevkarîkirina kasibkarên ku ji encama vê rewşê û bi sedema rêkarên Hikûmetê zerermend bûne û bijiyên jiyana xwe jidest dane guftûgo dikin, di ware kirêyên dukan û kêmkirina bacê.
Got jî: Geşbîn in Encûmena Wezîran bigihe encameke baş, ji bo hevkarîkirina bi wan kesên zeremend re.
Amanc Rehîm ragihand: “Tewereke din a civînê, amadekariyên xwendina “online” e û wezîrên Perwerde û xwendina bilind planên xwe derbarê çarenivîsa xwendina pêşkêş dikin, ji bo li ber çavê Hikûmetê ron be, ji bo xwendina online û pêngavên bicihkirina wê û dilniya be ku xwendina îsal jidest neçe.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah ji K24ê re got: “5ê Nîsanê yasaya çaksaziyê dikeve warê bicihkirinê û tewereke civîna îro ya Encûmena Wezîran, derkirina peyrewekê bo bicihkirina yasaya çaksaziyê dibe, ji bo dadperwerî di mûçeyan de bê kirin. Herwiha behsa kêmkirina xerciyên Hikûmetê û çawaniya zêdekirina dahatê tê kirin û pêngavên destpêkirina guftûgoyên bi Bexdayê re jî tên kirin”.
S. B