6 kesên din li Hewlêrê bi vîrusa Korona ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 6 pêketiyên bi vîrusa Korona li Hewlêrê hatin destnîşankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 6 pêketiyên bi vîrusa Korona li Hewlêrê hatin destnîşankirin.

Wek di daxuyaniyê de hatiye, ji wan pêketiyan (2 jin û 2 mêr) ji pêketiyên berê yên komelgeha Mela Omer vegirtine.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye dayîn, 2 pêketiyên din jî jin û mêrekî ne, ku yek ji wan ji Brîtanyayê vegeriyabû û piştî bangewaziya Wezareta Tenduristiyê, wî pêwendî kiribû û pişknîn jê re hat kirin.

 

S. B