Odeya Bijîşkan amarên pêketina bi Korona li Diyarbekirê belav kirin
Odeya Bijîşkan a Amedê raportek derbarê amarên pêketina bi vîrusa Korona heta 30ê Adara 2020an belav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Odeya Bijîşkan a Amedê raportek derbarê amarên pêketina bi vîrusa Korona li parêzgeha Diyarbekirê belav kir, ku heta 30ê Adara 2020an 6 jê di beşa nexweşên giran de, tevde 150 nexweş bi teşhîsa COVID-19 razayî ne, 5 hemwelatiyên me jî piştî teşhîsa COVID-19ê çûna ser dilovaniya xwe.
Di Raporta Odeya Bijîşkan a Amedê de hatiye: Koronavîrusa nû(COVID-19) ya ku li bajarê Wuhanê yê Çînê destpê kir û li seranserî cihanê belav bû li welatê me jî hate dîtin û li gor daneyên ku Wezareta Tenduristiyê di 31.03.2020an de ragihadine li Tirkiyeyê 13,531 nexweş hene û 214 kes jî çûne ser dilovaniya xwe.
Herwiha dibêje: Piştî ku di 11ê Adarê de ev nexweşî li welatê me peyde bû me weke Odeya Bijîşkan a Amedê di bin banê odeyê de Lijneya Şêwrê û Şopandinê ya COVID-19ê damezrand û em bi danûstendineke çalak ligel nexweşxaneyên bajêr û navçeyan, ligel Navendên Tenduristiya Malbatê û ligel Navendên Tenduristiya Civakê vê pêvajoyê dişopînin. Di vê çarçoveyê de, ji bo ku em zûtir xwe bigihînin hemû bijîşk û kedkarên tenduristiyê û em zûtir ji pirsgirêkên wan, pêşniyarên wan û daxwazên wan ên derbarê cihê kar de haydar bibin, me li ser Whatsappê xeteke ragihandinê (05386639018) vekir.
Odeya Bijîşkan a Amedê diyar dike: Li gor agahiyên ku ji tenduristvanan gihane me, li Amedê heta 30ê Adara 2020an 6 jê di beşa nexweşên giran de tevde 150 nexweş bi teşhîsa COVID-19 razayî ne, 5 hemwelatiyên me jî piştî teşhîsa COVID-19ê çûna ser dilovaniya xwe.
Di raportê de hatiye jî: Gava meriv li tecrubeyên welatên din ên pandemî lê peyde ye û li herka belavbûna nexweşiyê ya li Tirkiyeyê dinêre meriv têdigihê ku du hefteyên bê gelekî muhîm in. Dibe ku hejmara nexweşan di cî de zêde bibe, sîstema tenduristiyê nikaribe hejmara nexweşan ragire û rîska mezin a li ser tenduristvanan mezintir bibe. Ji ber hindê plansaziyeke lezgîn û bergiriyên hewce yên di wextê wext de ji bo jiyanê gelekî girîng e.
Ji ber vê;
- Divê demildest odeya me û rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê yên bajarê me jî tevli Lijneya Pandemiyê ya Bajar bê kirin.
- Weke hemû nexweşiyan, rêbaza herî aqilane bo pêşîlêgirtina COVID-19ê ew ku meriv nehêle peyde bibe. Rêya herî baş bo berlêgirtina nexweşiyê paqijiya şexsî û parastina mesafeya civakî ye. Ligel hemû hişyariyan xuya ye li bajarê me jî giringiya vê têra xwe nehatiye fêmkirin, hatiye raçavkirin ku di jiyana rojane de gelê me guh nade van hişyariyan. Ji ber ku li bajarê me jî nexweşên COVID-19+ hatine dîtin, EM DIXWAZIN DÎSA girîngiya paqijiya şexsî û parastina mesafeya civakî di meseleya berlêgirtina pandemiyê de BIBÎR BÎNIN.
- Em bibîr tînin ku mecbûriyeteke dîrokî ye ku rayedarên vî welatî di serî de ji bo xebatkarên tenduristiyê, pê re ji bo hemû welatiyên ku ji ber şewbê mexdûr bûne bibin xwedî feraseta dewleteke civakî. Berlêgirtina pandemiya COVID-19ê, divê dabînkirina pêdiviyên asgarî yên rojane yên bi milyonan hemwelatiyên me ku nikarin ji mal derkevin jî bihundirîne.
- Daxwaza me ya lezgîn ji rayedaran ew e ku kêmasiyên derheqê ekîpmanên parastina şexsî de demildest bêne temamkirin. Weke tê zanîn kedkarên tenduristiyê di meseleya berlêgirtina şewbê de her li pêş in. Divê di serî de maskeyên N-95, pê re hemû malzemeyên parastina şexsî bêne dabînkirin; Navendên Tenduristiya Malbatê û nexweşxaneyên taybet jî tê de li hemû saziyên tenduristiyê divê kêmasiyên di vî warî de bi awayeke lezgîn bêne temamkirin.
- Divê di peywirdarkirinên Navendên Tenduristiya Malbatê û Navendên Tenduristiya Civakê de kiryarên keyfî bêne rawestendin, divê rapor û îznên neheq bêne bidawîkirin.
- Divê di serî de kesên gumanbar an jî kesên ku bi nexweşên COVIDê temas kirine, pê re hemû xebarkarên tenduristiyê yên li bajêr bi awayeke lezgîn bêne testkirin.
- Divê kesên ku bi nexweşên COVID-19+ temas kirine yan jî kesên ku bi nexweşên ku bi awayeke klînîk û radyolojîk gumana wan a COVID-19ê heye, temas kirine bêne agahdarkirin û ev kes bêne testkirin.
- Piştî vê tesîra rêveberiyên şaredariyan li ser tenduristiya gel dîsa hat fêmkirin. Ji ber vê divê rêveberiyên qeyyûman demildest bêne bidawîkirin û şaredarên ku hatine hilbijartin îadeyî karê xwe bibin.
- Ji bo kedkarên tenduristiyê yên ku li nexweşxaneyên taybet dixebitin divê ekîpmanên parastinê bêne dabînkirin.
- Di vê pêvajoyê de, divê erkdarkirinên xebatkarên tenduristiyê li gor erêkirina wan û heke mimkun be li gor tecrubeyên wan bêne kirin.
- Tenduristvanên ku her li pêş di rojên şewbê de dixebitin, xwedan rîska herî mezin in. Divê kedkarên ku di vê pêvajoyê de ji ber rîska belavbûna nexweşiyê naxwazin bicine mal li otel, yûrd û mêvanxaneyan de bimînin, ev pêdiviya wan jî divê her û her bê dabînkirin.
Odeya Bijîşkên Amedê li dawiyê destnîşan dike: Dawiya dawîn lazim e em bibêjin bi vê feraseta rêvebirinê ya ku ji berê de wisa bû ne mimkun e ev şewb bi dawî bibe. Ev pêvajo tesîr li me hemûyan dike. Em fêm nakin bê çima wiha veşartî tê meşandin. Divê rayedar dev ji vê berdin. Bi ronahiya tibê û zanistê, bi guhdarkirina pêşniyarên zanyaran û bi sûdewergirtina ji tecrubeyên welatên din divê zû bi zû tevdîr bêne girtin, rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê divê beşdarî lijneyên pandemiyê yên bajêr û lijneyên zanistî bibin, di serî de ekîpmanên parastinê, hemû pêdiviyên tenduristvanan divê bêne dabînkirin û divê di berlêgirtina şewbê de civak jî karibe cî bigire.
S. B