Îran ji bizavên Emerîkayê li Îraqê ditirse
Gotebêjê Wezareta Derve ya Îranê raghenad, livîn û bizavên Emerîkayê li Îraqê dibe sedema têkdana asayîşa deverê û kawdanê berev kawdaneka pir karesat dibe.
K24- Hewlêr
Gotebêjê Wezareta Derve ya Îranê raghenad, livîn û bizavên Emerîkayê li Îraqê dibe sedema têkdana asayîşa deverê û kawdanê berev kawdaneka pir karesat dibe.
Evro Çarşembîyê, Ebas Mûsewî, gotebêjê Wezareta Derve ya Îranê di ragehandinekê de, amaje bi wê yekê kirîye, ku livîn û bizavên Emerîkayê li Îraqê alozîyan zêdetir dike û deverê berev na aramîyê û kawdaaneka pir karesat dibe.
Gotebêjê Wezareta Derve ya Îranê dibêje: Li gor biryara Neteweyên Yekgirtî di evê kawdanan hestîyara belavbûna Vayrosa Koronayê de, divê welatên cîhanê dest ji alozyan berdin, lê Emerîka li Îraqê mijûlî alozkirina kawadanêye.
Ev di demekê de ye, li rojên bûrî, hêzên Emerîkayê çend bingehên xwe yên serbazî li Îraqê radestî artêşa Îraqê kirin.