Rûsiya harîkarîyan pêşkeş bi Emerîkayê dike

Wezareta Berevanî ya Rûsiyê belavkirîye, Firokeyeka serbazî ya Rûsiyê bi pêdawîstîyên pizîşkî ve hate şandin bo Emerîka.

K24- Hewlêr

Wezareta Berevanî ya Rûsiyê belavkirîye, Firokeyeka serbazî ya Rûsiyê bi pêdawîstîyên pizîşkî ve hate şandin bo Emerîka.

Li gor ragehandineka Wezareta Berevanîya Rûsiyê, firoke ya Antonov-124 bi maskên pizîşkî û pêdawîstîyên taybet hat şandin bo Emerîka.

Rûsiyê ji bilî belavkirina vîdyoyekê ku firokeyê û harîkarîyan nîşan dide, ti zanyarîyên zêdetir derbarê wan harîkarîyan aşkera nekirîye.

Berê jî Moskoyê bo harîkarîkirina Îtaliya; pêdawîstîyên pizîşkî û tîmeka pizîşkî ya taybet jî bo rûbirûbûna Vayrosa Koronayê şandibû wî welatî.