Emerîka: Hêzeka karvedana bilez ya taybet bi Îraqê li Kiwêtê dimîne

Tevî rêkarên Wezareta Berevanîya Emerîkayê bo xweparêzî ji Varosa Koronayê, biryar da ew hêza wê, ewa berê li Kiwêtê hatibû cêgîrkirin û hêzeka sê hezar kesî ya karvedana bilez e û taybet e bi Îraqê bimîne û nehête vekişandin û cihê wê nehête guhertin.

K24- Hewlêr

Berê jî, Mark Êsper, wezîrê Berevanîya Emerîkayê biryar dabû, ji bo xeeparêzîyê ji Vayrosa Koronayê çalakîyên serbazîyên derve bo dema 60 bihêne rawestandin.

Li gor raporta rojnameya Deylî Bêst a Emerîkayî, ceneral Mekinzî fermandarê hêzên Hevpeyamanan li Rojhelata Navîn ragehandîye, belavbûna Vayrosa Koronayê li Îranê metirsîyên çekdarên ser bi Îranê bo ser hêzên Emerîkayê li Îraqê kêm nake; lew biryar hate dan, ew hêzên hanê li deverê bimîne daku di dema pêwîst de çalakîyan li Îraqê encam bide.

Her evro jî Îranê hoşdarî da Emerîkayê derbarê bizav û livînên hêzên Emerîkayê li Îraqê.