Kutele yên dijî Zurfî dû navên din li şûna wî pêşnîyaz dikin
Çend çavkanîyên sîyasî yên Îraqê aşkera kirine, ku ew kutelyên dijînî ya raspartina Ednan Zurfî dikin bo pêkhînana kabîne ya nû ya hikumeta Îraqê, dû navên din bo wê postê pêşniyaz kirin e.
K24- Hewlêr
Çend çavkanîyên sîyasî yên Îraqê aşkera kirine, ku ew kutelyên dijînî ya raspartina Ednan Zurfî dikin bo pêkhînana kabîne ya nû ya hikumeta Îraqê, dû navên din bo wê postê pêşniyaz kirin e.
Li gor mêdyayan, yek ji çavakanîyan ku amaje bi navî wî nehatîye kirin, ragehandîye, serdana Îsamîl Qaanî, fermandeyê, Feyleqa Qudis a Sûpayê Pasdarên Îranê, di şeva bû de, bo Bexdayê, gelek guhertin bi dûv xwe anîye. Ji wan guhertinan jî; redkirina zurfî li ser asteka berfireh. Wek amaje hatîye kirin, ev serdana Qaanî bûye sedema wê yekê, ku dû kesên din li şûna Zurfî bo pêkhînana kabîneya nû ya hikumetê bihên pêşnîyazkirin.
Amaje bi wê yekê jê daye, hêj ev hewlên hanê yek alî nebûne. Heya niha kuteleyên sîyasî çaverê nerîna Muqteda Sedir, serokê Rewta Sedir in, derbarê wan dû navan. Dûv re jî, yek ji wan dûyan dê bihête helbijartin.
Ev di demekê de ye, Ednan Zurfî, raspartîyê pêkhînana kabîne ya nû ya hikumeta Îraqê li gel alîyên sîyasî di danûstandinan de ye bo bi destvehînana piştîvanîya wan û dengdanê bi hikumeta wî, Ku biryare di çend rojên dahatî de, navên hikumeta xwe bigehîne Civata Nwêneran.