Mesrûr Barzanî: Karê hikumetê parastina xelkê ji Korona û dabînkirina xwarek, derman û mûçe ye
Evro Çarşembêyê, 1/4/2020, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi rêya Vîdyo Konfiransê civîna xwe encam da, bi serperiştî ya Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê û bi pişikdarîya Qubad Talebanî cêgirê serokê hikumetê.
K24- Hewlêr
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi pişikdarîya Cîgirê Serokê Hikumetê Qubad Talebanî îro Çarşemê 1/4/2020, bi rêya Vîdyo Konfiransê civîna xwe encam da.
Di destpêka civînê de, raportek ji alîyê wezîrê Darayî û Abûrîyê û serokê Dîwana Civata Wezîran hat pêşkeşkirin, derbarê rewşa darayîya Herêma Kurdistanê û lêkevte yên abûrî yên Vayrosa Koronayê û daketina bihayê petrolê di bazarên cîhanê de û hewlên rêkxistina dahat û xercîyan li Herêma Kurdistanê.
Serokê hikumetê tekez li ser wê yekê kir, ku tevî kêmbûna rêjeyeka mezin ji dahata Herêma Kurdistanê, lê hikumet hemû hewlên xwe dide daku kêmtirîn zîyan bigehe hevwelatîyan. Got jî, karê niha yê Hikumeta Herêma Kurdistanê paraztina Tenduristîya hevwelatîyan û dabînkirina xorak, derman û mûçeye.
Serokê hikumetê amaje bi wê yekê jî kir, ku hemecorkirin a abûrî, çavkanîyên dahatê û giringîdan bi tevaya kertên abûrî, bi taybetî çandinê, pişkeke giringe bûye ji karnameya Kabîne ya Nehema hikumeta Herêma Kurdistanê; lew niha, em zêdetir tekezê li ser giringîdanê bi kerta çandinê dikîn û di vî bwarî de jî, piştîvanîyê li hewlên Wezareta Çandinê û Çavkanîyên Avê dikîn.
Civata Wezîran bi tevaya dengan biryar da, ku bername ya Civata Wezîran dabînkirina mûçeyên fermanberên hikumetê be û destkarîya mûçeyan nehête kirina. Herweha endamên Civata Wezîran biryar dan nîve ya mûçe û dermale yên xwe yên dû mehan bibexişn hikumetê; daku bi ser xelkê hejar û kêm deramet dabeş bike.
Di movika dûyem ya civînê de, bo sanahîbûna cîbicîkirina yasa ya çaksazîyê ya hejmare (2) ya sala 2020ê, reşnivîsa peyrewa Civata Wezîran xistinê di gengeşeyê de. Civata Wezîran tekez kir lis ser giringî ya cêbicîkirina yasa ya çaksazîyê bi araste ya dabînkirina şehnîyên darayî yên mûçexorên hejî. Piştî gotûbêjê li ser wê yekê bi tevaya dengan ew piroje bi hinek guhertinan ve, hate pesindkirin.
Serokê hikumetê komîteyeke yasayî di Civat Wezîran de rasipart, ku mîkanîzmeka yasayî vebînin bo kêmkirina bargiranî ya ser milên xelkên kasibkar û kirêçî, ku bi sedema rêkarên xweparêzîyê ji Vayrosa Koronayê zîyan gehiştîye wan.
Civata Wezîran, biryar da pêşniyaza wezîrê Darayî û Abûrîyê û serokê Dîwana Civat Wezîran pesind bike, ku xercîyên bikarbirina wezaret û sazîyan bi awayeka dîyar bihêne kêmkirin û ewlewîyet bi dabînkirina mûçe û xizmetguzarîyên giştî yên bingehî bihête dan. Biryar jî hate dan, ku yasaya çaksazîyê bilez bikeve di bwarê cîbîcîkirinê de jibo kêmkirina xercîyên ne pêwîst daku encamên wê bikeve di xizmeta mûçexorên hejî de.
Di movkeka dî ya civînê de, herdû wezîrên Perwerde û Xwîndina Bala û Lêkolînên Zanistî, pilana sala xwîndinê 2019-2020 pêşkeş kirin, derbarê piroseya xwîndinê û xişte ya taqîkirinan. Civata Wezîran tekez kir, ku nabe xwîndina ev sal belaş bihere û rezamendî da li ser pêşnîyaza berdestkirina xwîndin û fêrbûnê bi şêwaza palpiştkar bi rêya pirojeya xwîndina elirkitronî bo qutabîyan û xwîndkaran û berdewambûna peywerkirina şwêwazê Onlyin yan elkitronî di navendên xwîndina ne hikumî de, wek şêwazê palpiştîkar, heya tevaya pêdawîstîyên teknîkî, karêgîr û yasayî yên xwîndina Onlayin li Herêma Kurdistanê dihête dabînkirin.
Dûv re wezîrê Tenduristîyê raporteka puxt pêşkeş kir li ser rewşa derede Koronayê li Herêma Kurdistanê. Civata Wezîran tevî destxweşîyê li pizîşik, perstar, karmendên Tenduristîyê, hêzên Asayîşê, Asayîşa Navxwe, karmendên şaredarîyan û tevaya yekeyên rêvebîrîya Herêmê, biryar hate dan, ku wezareta Tenduristîyê pêdawîstîyan; ji derman, alav û pêdawîstîyên pizîşkî bi hevahengî li gel parêzgran û serokên rêvebrîyê serbixwe amade bike bo rûbirûbûna qonaxa niha û ya pêşbînîkirî jî.
Civata Wezîran supasîya xweragirî û pabendbûna xelkî jî kir û di vî bwarî de û daxwaz kir berdewam bin.
.jpg)