“Meheke dijwar li pêş xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye”

Parêzgarê Sine jî bi riya K24ê re daxwaz ji xelkê dike li malê bimînin û li Şêzdebeder de dernekevin navçeyên geştiyariyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Aliyên pêwendîdar ên Rojhilatê Kurdistanê derbarê belavbûna vîrusa Korona hişyariyê didin û dibêjin, rojên dijwar li pêşiya wan in. Hevdem jî Parêzgarê Sinê jî bi riya K24ê re daxwaz ji xelkê dike li malê bimînin û li Şêzdebeder de dernekevin navçeyên geştiyariyê.

Di rewşa asayî de, li 13emîn roja Buharê de, xelkê Îran û Rojhilatî Kurdistanê derdikevin jîngehê û bihnvedana Buharê bi geşt û seyranan bidawî tînin. Lê îsal ji ber belavbûna vîrusa Korona rê nayê dayîn kes ji bajaran derkeve. Parêzgarê Sinê jî daxwaz ji xelkê dike, li Sêzdebeder de li malên xwe bimînin û xwe biparêzin.

Rêvebirê Zanîngeha Bijîşkî ya Sinê daxwaz ji hin welatiyan dike ku bilez serdana nexweşxaneyan bikin û dibêje: “Ew welatiyên nexweşiyên wek penceşêrê, şekir û hin nexweşiyên din ên dijwar pê re hene, ji tirsa pêketina bi vîrusa Korona, serdana nexweşxaneyan nakin, vêca ji ber nexweşiyên xwe li malên xwe canê xwe jidest didin.”

Heta niha nêzîkî 3 hezar kes li Rohilatê Kurdistanê bi vîrusa Korona ketine, li gor amarên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê jî, nêzîkî 250 kesî li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê canê xwe jidest dane. Berpirs jî venaşêrin ku meheke dijwar li pêşiya wan e û take bijardeya derbaskirina wê rewşê, mana li malê ye.

 

 

S. B