12 kesên din li parêzgeha Silêmanî û Helebce tûşî Koronayê bûn

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê encamên pişkinînên nû yên Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê ragehand û aşkera kir, 12 kesên din li sinûrê parêzgeha Helebce û Silêmanîyê tûşî Koronayê bûne.

K24- Hewlêr

Ragehandina wezaretê

Encamên nû...

Di berdewamîya pişkinîn û gerîyanê de li dûv gumanlêkirîyan, 12 tûşbûyên Vayrosa Korona ya nû (KOVID-19) li parêzgehên Silêmanîyê û Helebce hatin destnîşankirin, ku (9) jin û (3) zelam in bi vî awayî:

5 li parêzgeha Helebce, berkevtîyên tûşbûyên berê ne.

5 li qeza ya Çemeçemal, berkevtîyên tûşbûyên berê ne.

1 li qeza ya Seyîd Sadiq, ku berê geşt kirîye.

1 li Sîtek ku berkevtîyê tûşbûyên berê ne.

Wezareta Tenduristîyê