Li Hewlêrê 2 pêketiyên din bi Korona hatin tomarkirin
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê tomarkirina 2 pêketiyên nû bi vîrusa Korona ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê tomarkirina 2 pêketiyên nû bi vîrusa Korona ragihand.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 2 pêketiyên bi vîrusa Korona Nû COVID-19 hatin destnîşankirin.
Wezaretê diyar kir, yek ji wan pêketiyan jineke 30 salî ye û yê din peyayekî 25 salî ye û herduyan ji pêketiyekî berê vegiritine.
Bi vî awayî, koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê bûn (190) kes, jê (2) haletên mirinê hene û (61) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
S. B