5 kesên din li Kerkûkê bi Korona ketin
Li Parêzgarê Kerkûkê 5 kesên din bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Parêzgarê Kerkûkê 5 kesên din bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 bûne.
Rêvebertiya Tenduristiyê ya Kerkûkê ragihand, piştî encamdana pişknînê bi 16 gûmanlêkiriyan re, derket ku 5 kes hilgirên vîrusa Korona ne û niha ketine bin çavdêriya bijîşk.
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê jî diyar kir, ev 5 kesên nû, ji yek malbatê ne û virus ji pêketiyekî berê vegirtine.
Heta niha 17 pêketiyên bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 li Kerkûkê hatine destnîşankirin, ji nava wan 6 kes baş bûne û kesekî jî canê xwe jidest daye.
S. B