Dr. Berzincî: Rewşa piraniya pêketiyên bi Korona ne metirsîdar e

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê radigihîne, rewşa piraniya pêketiyên bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 cîgir e û ne metirsîdar e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê radigihîne, rewşa piraniya pêketiyên bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 cîgir e û ne metirsîdar e.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî di konferanseke rojnamevanî de tekezî li pabendbûna welatiyan bi rêkarên tenduristiyê kir û ragihand, heta niha li Herêma Kurdistanê 190 kes hilgirên vîrusa Korona ne û ji wan 2 kesan canê xwe jidest dane.

Dr. Saman Berzincî da zanîn, rojane li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê pişknîn ji 700 kesî re tê kirin û heta niha 190 hilgirên vîrusa Korona ne.

Diyar kir jî, heta niha 61 pêketîyê bi Korona bi temamî baş bûne û vegeriyane malên xwe û di çend rojên bê de hejmareke din jî vedigerin malê.

Wezîrê Tenduristiyê aşkere kir, nîşanên piraniya pêketiyên bi vîrusê ne metirsîdar in û rewşa wan a tenduristiyê cîgar e, piraniya pêketiyan ji pêketiyên berê vegirtine.

Amaje bi wê da, heta yek hilgirê vîrusê li Herêma Kurdistanê hebe, her hewl didin wî bibînin, di vê derbarê de jî hevkariya welatiyan girîn e.

 

S. B