Firakisyona PDKyê piştîvanîya biryara hikumeta Herêma Kurdsitanê dike

Firakisyon Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) di ragehandinekê de, piştîvanîyê li biryara hikumetê dike derbarê raspartina komîteya yasayî bo kêmkirina bargiranîyê li ser milên kasibkaran û kirêçîyan ku bi sedema xweparêzîyê ji Vayrosa Koronayê zîyan bi wan ketin e.

K24- Hewlêr

Evro, Firakisyon Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) di ragehandinekê de, piştîvanîyê li biryara hikumetê dike derbarê raspartina komîteya yasayî bo kêmkirina bargiranîyê li ser milên kasibkaran û kirêçîyan ku bi sedema xweparêzîyê ji Vayrosa Koronayê zîyan bi wan ketin e.

Li gor wê ragehandinê Firakisyona PDKyê, tevaya amadeyî ya xwe nîşan dide bo piştîvanîkirinê li karên wê komîteya yasayî.

Ragehandîye jî, ku di nav perlemanê de dê piştîvanîya wê komîteyê bikin û daxwaz ji firakisyonên din jî kirîye ku piştîvanîya wê komîteyê bikin.

Herweha hatîye, em hevwelatîyên Kurdistanê dilniya dikîn, ku Firakisyona PDKyê deng û rengê daxwzîyên xelkê Kurdistanê ye û di Perlemanê de nwênerînîya doz, maf û xwaztên wan dike.