Hollanda du milyon Dolar dide Iraqê
Ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronaya Nû COVID-19, Hollanda du milyon Dolar dide Iraqê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronaya Nû COVID-19, Hollanda du milyon Dolar dide Iraqê.
Balyozê Hollanda li Iraqê Eric Strating di twittekê de nivîsî: Hollanda bi riya Netewên Yekgirtî re, du milyon Dolar ji dide hikûmeta Iraqê, ev hevkariya Hollandayê ji bo ji rûbirûbûna vîrusa Korona ye.
Balyozê Hollanda ragihand jî, niha dema wê yekê ye, hemû bi hev re rawestin û kontrola belavbûna nexweşiya Korona bidin.
Li seranserî cîhanê hejmara mirî û pêketiyên bi vîrusa Koronayê roj bi roj zêde dibe û heta niha zêdetir ji yek milyon kesî bi wê vîrusê ketine û zêdetir ji 58 hezar kesan jî canê xwe jidest dane.
S. B