Çekdaran 6 welatiyên Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve 6 welatî ji gundên Efrînê revandin û ber bi cihên nediyar ve birin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve 6 welatî ji gundên Efrînê revandin û ber bi cihên nediyar ve birin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve 5 welatî ji gundê Birc Ebdalo yê navçeya Şêrewa revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Mafên Mirovan jî belav kir, grûpa çekdar a bi navê Mihemed El Fatih roja 1ê Nîsanê welatî Murad Ehmed Betal revandiye û li hember berdana wî daxwaza pereyan dikin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpa çekdar ve, bi hezaran welatiyên Kurd hatine revandin.

 

S. B