Mesrûr Barzanî: ji ber binpêkirinan û zêdebûna hejmara pêketiyên bi Korona qedexe hat dirêjkirin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, ji ber binpêkirinan û bilindbûna hejmara pêketiyên bi Korona, qedexeya çûnûhatinê hat dirêjkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, ji ber binpêkirinan û bilindbûna hejmara pêketiyên bi Korona, qedexeya çûnûhatinê hat dirêjkirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di du twittên cuda de, nivîsî: Îro qedexeya çûnûhatinê bo 24 demjimêran hat dirêjkirin.
Tekez kir, her çend e zehmet e, lê ji ber binpêkirinan û bilindbûna hejmara pêketiyên bi Korona, qedexe hat dirêjkirin.
Serokê Hikûmetê peyama xwe arasteyî welatiyan kir û got: Em hemû di şer de bi hev re ne û pabendbûna we girîng e. Pêwîst e li malê bimînin.
Herwiha got jî: Rûbirûbûna rewşa dijwar bo Kurdistaniyan ne tiştekî biyanî ye, niha em hemû bi hev re dikarin jiyana welatiyan rizgar bikin, pêketî jî bilez baş bibin û vî şerê li dijî Korona jî bibin.
S. B