Li Iraqê 2 kesên din bi Korona canê xwe jidest dan
Li Iraqê 2 kesên din bi vîrsa Korona canê xwe jidest dan û li gor dawî amaran, heta niha li wî welatî 58 kesan bi Korona canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Iraqê 2 kesên din bi vîrsa Korona canê xwe jidest dan û li gor dawî amaran, heta niha li wî welatî 58 kesan bi Korona canê xwe jidest dane.
Jêderekî ji tenduristiya parêzgeha Necefê ragihand, îro li Necefê peyakekî bi temen bi sedema pêketina bi vîrusa Korona canê xwe jidest da.
Ji aliyekî din ve, Şaneya Qeyranan a Parêzgeha Diyale jî mirina kesekî bi vîrusa Korona ragihand û da zanîn ku, ew peyayekî 60 salî bû.
Bi vî awayî, heta niha hejmara kesên li Iraqê vi vîrusa Korona ketine gihîştiye 878 kesan û 58 kesan jî canê xwe jidest dane.
S. B