Agir bi zîndana Êlihê ket

Girtiyên li zîndana Êlihê serîhildan û hin jûr şewitandin. Piştî vemirandina şewatê hin girtî bo zîndanên din hatin veguhestin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Girtiyên li zîndana Êlihê serîhildan û hin jûr şewitandin. Piştî vemirandina şewatê hin girtî bo zîndanên din hatin veguhestin.

Girtiyên li Zîndana Êlihê, bi sedema ku di yasaya kêmkirina sizayê de bêdadî heye serî hildan û hejmarek jûrên nivistinê şewitandin. Piştre ji bi diruşman daxwazên xwe gotin. Xizmên girtiyan jî li dorê zîndanê civiyan.

Piştî bûyerê gelek ambulans û otombêlên vemirandinê bo zîndanê hatin şandin. Polîs û hêzên taybet ji li ber zîndanê bergirî pêşxistin.

Li gor agahiyan, hêzên ewlekarî, bi gaza rondikrêj êriş li girtiyan hat kirin û beşeke girtiyan ji bo zîndanên din hatin veguhestin.

Serdozgeriya Komarê ya Êlihê ragihand ku bûyera li Saziya Înfaz û Cezayê ya Girtî ya Tîpa Myê hat kontrolkirin û di bûyerê da tu kes nemir û birîndar nebû.

 

S. B