Li Diyarbekir 2 zarok di bin xaniyekî herifî de canê xwe jidest dan
Li gundekî Diyarbekirê ji ber baranê xaniyek herifî û du zarokan jî canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gundekî Diyarbekirê ji ber baranê xaniyek herifî û du zarokan jî canê xwe jidest dan.
Li gundê Barê yê navçeya Çinarê, xaniyek ku ji kevir û axê hatibû çêkirin ji ber baranê zêde herifî. Neh zarok di bin xaniyê herifandî de man.
Bi hewldanên gundiyan zarok ji bin avahiyê hatin derxistin û bi ambulansan bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Di bûyerê de du zarokan canê xwe jidest dan. Dermankirina zarokên din berdewam dike.
Derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.
S. B