Li Îranê kesên bi Korona mirina bi ser 3 hezaran ket

Li Îranê her dice qurbaniyên vîrusa Korona zêde dibin û di 24 demjimêrên bûrî de 151 kesên din canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Îranê her dice qurbaniyên vîrusa Korona zêde dibin û di 24 demjimêrên bûrî de 151 kesên din canê xwe jidest dan.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê îro di daxuyaniyekê de ragihand, 2 hezar û 483 haletên nû yên pêketina bi vîrusa Korona hatine tomarkirin û 151 kesan jî canê xwe jidest dane.

Wezaretê diyar kir jî, bi vî awayî hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine gihîştiye 58 hezar û 226 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane gihîşiye 3 hezar û 603 kesan.

Amaje bi wê jî da, rewşa tenduristî ya 4 hezar 75 pêketiyên bi Koronayê ne cîgir e.

Ev yek di demekê ye, Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê Îrec Herîrî hişyarî ji ber rewşa xirap ya Tehranê dabû û ragihandibû, Tehran bûye navenda belavbûna vîrusa Korona û dive rêkarên tundtir werin girtin.

 

S. B