Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi van rêkaran jiyana xelkê ji Korona parast

Tevî ku Herêma Kurdistanê di rewşeke dijwar a aboriyê re derbas dibe, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girtina hejmarek ji rêkarên xweparastinê yên pêşwext, rêjeya pêketin û mirina bi vîrusa Korona gelekî kêm be û jiyana xelkê parastî be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevî ku Herêma Kurdistanê di rewşeke dijwar a aboriyê re derbas dibe, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girtina hejmarek ji rêkarên xweparastinê yên pêşwext, rêjeya pêketin û mirina bi vîrusa Korona gelekî kêm be û jiyana xelkê parastî be.

Niha li Herêma Kurdistanê bi berawirdkirina bi welatên cîran û welatên cîhanê re, hejmara pêketin û mirina bi vîrusa Korona gelekî kêm e, ku heta niha 3 kesan canê xwe jidest dane. Li gor daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê jî, kesên canê xwe jidest dane, sedema sereke ya mirina wan nexweşiyên din bûne, lê hilgirê Korona jî bûne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî duhî di konfernaseke rojnamevanî ya hevbeş de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê zû rêkarên xweparastinê peyrew kirin, wek pişknîna li firokxane û deriyên sînorî û sînordarkirina geştkirinê li xalên sînorî. Ew rêkar di demekê de hatin girtin, ku li Çînê jêdera belavbûna wê vîrusê, tenê 517 haletên pêketina bi vîrusa Koronayê hatibûn tomarkirin.

Ji bilî wan rêkaran jî, Li Herêma Kurdistanê kampîneke berfireh a hişyarkirina welatiyan û çawaniya xweparastina ji vê vîrusê jî destpê kir.

Li gor amarên taybet bi belavbûna Korona tên belavkirin, Herêma Kurdistanê parastîtirîn navçe ji Korona ye, ji ber ku li gor jêderên fermî yên Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, nexweşiya Korona neketiye nava civakê û ji sedî 80 kesên bi vîrusê ketine, ji kesên ji derveyî welat hatine vegirtine û pêketine.

Li gor datayan jî, Herêma Kurdistanê di warê pêketin, mirin û başbûna ji vîrusa Korona, asteke pîvaneyî tomar kiriye, bi awayekî rêjeya mirinê hîna ji sedî 1 derbas nekiriye.

Ev di demekê de ye, li Amerîka ku di pileya yekem a pêketina bi Korona de ye, heta niha li wî welatî 311 hezar û 637 kesan bi wê vîrusê ketine û zêdetir ji 8 hezaran canê xwe jidest dane.

Li Îtalya rêjeya mirina bi vîrusa Korona gihîştiye ji sedî 12 ji pêketiyan, niha 124 hezar û 632 kesan bi vîrusê ketine û 15 hezar û 362 kesan jî canê xwe jidest dane.

Li herdu welatên cîran ên Herêma Kurdistanê, rêjeya pêketin û mirina bi Koronayê bi awayekî berçav zêde ye. Li Îranê heta niha 58 hezar û 226 kesan bi Korona vîrusa Korona ketine û 3 hezar û 603 kesan jî canê xwe jidest dane, ku rêjeya mirinê ji sedî 6.1 ji pêketiyan e.

Li Tirkiyê jî ku tevî dereng pêketina bi vîrusa Korona hat tomarkirin, lê niha 23 hezar û 934 kes pê ketine û 503 kesan jî canê xwe jidest dane, ku dike bi rêjeya ji sedî 2.2 ji pêketiyan.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê jî, di ware girtina rêkarên xweparastina ji vîrusa Korona, bi baştirîn cih binav kiriye.

 

S. B