Evro kerentîne li ser Komelgeha Sêbîran dihête rakirin
Nûçrgehanê Kurdistan 24 ragehand, evro encamên pişkinîna 100 kesên rûniştvan Komelgeha Sêbîran hatin aşkerakirin, ku tevaya wan nerînî bûn û evro korentîne li ser Sêbîran dihête rakirin.
K24- Hewlêr
Nûçrgehanê Kurdistan 24 ragehand, evro encamên pişkinîna 100 kesên rûniştvan Komelgeha Sêbîran hatin aşkerakirin, ku tevaya wan nerînî bûn û evro korentîne li ser Sêbîran dihête rakirin.
Xuya jî kir, duhî dema bi dawîhatina kerentîne ya Sêbîran bû, lê bi sedema çaverêkirina encamên pişkinîna 100 kesan, ew biryar hat dawîxistin bo evero.
Tole Mehdî Xoşnaw, rêveberê nahye ya Rizgarî bi Kurdistan 24 ragehand, biryar bû dûhî, piştî 14 rojan kerentîne bihête rakirin, lê piştî rawêjê, biryar hatedan çavarê encamên pişkinînan bin û piştî ku encama tevaya pişkinîna nerênî bûn, evro kerentîne dê bihête rakirin.
Ragehand jî, evro hêzên Pêşmerge ji Komelgeha Sêbîran dê vekişin, lê qedexeya hatinûçûnê berdewam dibe û hêzên ewlekarîyê di erkên xwe de di nav Komelgehê de dê berdewam bibin.