Jûra Operasyonan û Tenduristîta Hewlêrê rêkarên yasayî dijî dû malbatan digirine ber
Gotebêjê Rêveberîya Giştî ya Tenduristîya Hewlêr gazînameyek belav kirîye ji bilî ku têde daxwa ji wan hewelatîyan kirîye, ewên li roja Şembîyê, 21/3/2020 serdana behî ya taxa Karêzn kiribûn bizûtirîn dem serdana Navenda Çaerserîya Koronayê bikin, herweha tekez kirîye ku Jûra Operasyên û Rêveberîya Tenduristîya Hewlêrê rêkarên yasayê li dijî wan dû malbatên xwedî behî digirine ber.
K24- Hewlêr

Di wê ragehandinê de hatîye, li rêkevta 2/3/2020 Komîte ya Bilinda Fetwa ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Ewqafê û Jûra Operasyanan biryar dabûn, bi armanca xweparêzîyê ji Vayrosa Koronayê, tevaya rêûresmên behîyan bihên rawestandin daku berkevtin çê nebe; lê li taxa Karêzan li bajarê Hewlêrê, li roja 21/3/2020, bi vajîya rênimayîyan, dû malbatan li bajarê Hewlêrê rêûresmên behîyê li darxistin û bû sedema tûşbûna 32 kesan bi Vayrosa Koronayê ku ev jî dibe rêjeya 35% ji tevaya tûşbûyên bajarê Hewlêrê.
Herewha di wê ragehandinê de jî hatîye, ji bo berjewendîya giştî û paraztina tenduristîya hevwelatîyan me biryar da bi hevahengî li gel jûra operasyonên rûbirûbûna Vayrosa Koronayê li parêzgeha Hewlêrê, bi rêya serdozgerê giştî, rêkarên yasayî li dijî wan dû malbatan bigrîn ber.