Tenduristîya Îraqê: 83 haletên nû yên tûşbûnê û 5 haletên mirinê hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristîya Îraqê ragehand 83 haletên nû yên tûşbûnê û 5 haletên mirinê bi Vayrosa Koronaya nû li parêzgehên Bexda, Nexef, Silêmanîyê û Dîyala hatin tomarkirin.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Îraqê ragehand 83 haletên nû yên tûşbûnê û 5 haletên mirinê bi Vayrosa Koronaya nû li parêzgehên Bexda, Nexef, Silêmanîyê û Dîyala hatin tomarkirin.

Wezareta Tenduristîya Îraqê got jî, hejara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê l tevaya Îraqê gehişte 961 haletan û hejmara mirîyan jî gehişte 61 haletan.

Wezaretê di ragehandinekê got: Taqîgehên Wezareta Tenduristîyê û Jîngehê, di 24 demjimêrên burî de, 83 haletên nû yên tûşbûnê bi Varosa Koronaya Nû li Îraqê tomar kirin û hejmara mirîyan jî 5 kes bûne.

Wezaretê tekez jî kir, 20 haletên çêvebûnê jî hatine tomarkirin û hejmara çêvebûyna li tevaya Îraqê gehişte 279 kesan.