Ragehandina evro ya Wezareta Tenduristîyê.. Nûtirîn amarên Koronayê li Herêma Kurdistanê

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 40 ya evro, Yekşembîyê, 5ê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand, hejamra tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Korona ya Nû (KOVÎD-19) li Herêma Kurdistanê gehişte 233 kesan û di nav wan de 3 kes mirin e û 85 kes jî çêvebûn e û yên din li jêr çavdêrîya pizîşkî de ne.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 40 ya evro, Yekşembîyê, 5ê Nîsan a 2020 belav kir û ragehand, hejamra tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Korona ya Nû (KOVÎD-19) li Herêma Kurdistanê gehişte 233 kesan û di nav wan de 3 kes mirin e û 85 kes jî çêvebûn e û yên din li jêr çavdêrîya pizîşkî de ne. ev jî deqa wê ragehandinê ye.

Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:

Ragehandina Wezareta Tenduristîyê

Hejmare 40

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:

  • Kerentîn

Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de (6,235) hevwelatî bûn di 31 cihên cuda de. Niha tenê 1,610 hevwelatî di kerentînan de man e, (678) li Hewlêr, (167) li Silêmanîyê, (664) li Duhok, (9) li Helebce, (9) li Germîyan, (36) li Raperîn û (8) jî li Koye. (4,625) hevwelatî ji Kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din di 24 demjimêrên burî de hatine kerentîne kirin ku tevaya hejamara wan (63) Hevwelatî bûn.

  • Pişkinîn:

Di dema 24 demjimêrên burî de, (852) pişkinîn hatin encamadan. (640) li Hewlêrê, (122) li Silêmanîyê û (90) jî li Duhokê.

Di encam de, (19) tûşbûyên nû hatin tomarkirin, bi vî awayî:

  • Li Parêzgeha Hewlêrê: (18) Erênî, (8) zelam, temenên wan (50, 50, 40, 37, 21, 15, 14,13) sal û (6) jin, temenên wan, (70, 63, 43, 39, 32, 27) sal û (4) zaro, temenê wan (8, 7, 2, 1,4) sal ku tevaya wan berketîyên tûşbûyê behîya taxa Karêzan in.
  • Li Parêzgeha Silêmanîyê: (1) erênî, zelamekê temen (61) sal li nav bajarê Silêmanîyê ku piştî mirina wî, pişkinîna wî derket erênî ye.
  • Amara giştî:

Hejmara tevaya tûşbûyab bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (233) kesan, di nav wan de, (3) haletên mirinê hene û (85) nexweş jî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.

Tevî destxweşîyê bo Pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristî. Di dema pêwîst de peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.

 

Wezareta Tenduristîyê

Hikumeta Herêma Kurdistanê

5ê/Nîsan a/2020