Sê kesên din li Silêmanîyê tûşî vayrosa Koronayê bûn
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, sê haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Silêmanîyê hatin tomarkirin.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, sê haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li Silêmanîyê hatin tomarkirin.
Di ragehandinekê de ku wêneyeka wê bo Kurdistan24 hatîye şandin, Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê encamên pişkinînên nû ragehandîye.
Deqa wê ragehandinê:
Encamên nû..
Li berdewamîya pişkinîn û geryanê li dûv gumanlêkirîyan, sê haletên nû yên tûşbûna Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Silêmanîyê hatin destnîşan kirin, ku her sê jin in û temenên wan 20, 24 û 28 salî ne û berketîyên tûşbûyên berê ne yên qeza ya Çemçemalê.
Wezareta Tenduristîyê
5/4/2020