Li Hewlêrê mezintirîn kargeha duristkirina demamikan dihête vekirin
Di daxuyanîyekê de, Jûra Ragehandina Parêzgeha Hewlêrê dûpat kir, mezintirîn kargeha duristkirin û berhemhînan demamikan li bajarê Hewlêrê dê bihête vekirin
K24- Hewlêr
Di daxuyanîyekê de, Jûra Ragehandina Parêzgeha Hewlêrê dûpat kir, mezintirîn kargeha duristkirin û berhemhînan demamikan li bajarê Hewlêrê dê bihête vekirin.
Di daxyanîyê de hatîye, bi hewil û piştîvanîya rasterast a Firset Sofî, parêzgarê Hewlêrê, kompaniya ya (Cîhana Pizîşkî) di rojên dahatî de, mezitirîn kargeha berhemhînan û çêkirina damamkan (maskan) li ser asta Îraqê û deverê bi corînîyeka bilind û standardê cîhanî li Hewlêrê dê bihête vekirin.
Ev kargeh, di mehekê de, di şîyana wê de heye, zêdetir ji 10 milyon demamikan çêbike. Ji bilî duristkirin û berhemhînana demamikan di şîyan wê de heye (cilik û sêtên neştergeîyê dispozebil) yên pizîşkî çêbike û li ser asta Îraq û deverê bi yek ji mezintirîn kargehan dihête hejamrkirin di vî bwarî de.
.jpg)
.jpg)