Zêdetir ji 200 bijîşk û peresterên Rojhilatê Kurdistanê bi Korona ketine
Li Rojhilatê Kurdistanê heta niha zêdetir ji 200 bijîşk, perester û karmendên tenduristiyê bi vîrusa Korona ketine û 2 kesan ji wan jî canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Rojhilatê Kurdistanê heta niha zêdetir ji 200 bijîşk, perester û karmendên tenduristiyê bi vîrusa Korona ketine û 2 kesan ji wan jî canê xwe jidest dane.
Peresterê li nexweşxaneyên bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Yar Ehmedî îro bi sedema vîrusa Korona canê xwe jidest da.
Li gor zanyariyên K24ê, tenê li bajarê Seqizê heta niha zêdetir ji 40 perestaran bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ketine.
Bijîşkê ji bajarê Seqizê Dr. Rehîm Yûsif Por girtevîdyoyek belav kiribû û tê de ragihandibû, bi dehan perester û bijîşkên wî bajarî bi vîrusa Korona ketine.
Li gor wî bijîşkî, rewşa Seqizê ji kontrolê derketiye û zêdetir ji hezar kesî li bajarê biçûk bi vîrusa Korona ketine.
Her çend e piştî belavkirina wan zanyariyan, hêzên ewlehiyê yên Seqizê bang li Dr. Rehîm Yûsif Por kir û gefa sizadanê lê xwar, lê îro hejmarek ji çalakvanên sivîl û bijîşkên xwebexş ragihandin, zêdetir i 40 perester û bijîşkan li Seqizê bi Korona ketine û bijîşkekî genc jî canê xwe jidest daye.
Ji bilî Seqizê, li bajarê Sinê 50 bijîşk û perester, li bajarê Banê 5 perester, li parêzgeha Ormiyê jî zêdetir ji 40 bijîşk û perester bi vîrusa Korona ketine. Hefteya bûrî jî karmendekî tenduristiyê bi navê Reşîd Şêx Aqayî li Bokanê bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dabû.
Herwiha li gor zanyariyên K24ê jî, li bajarên Îlam û Kirmanşanê zêdetir ji 60 bijîşk û perester bi vîrusa Korona ketine.
Li gor zanyariyan heta niha li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê dora 3 hezar kes li Rohilatê Kurdistanê bi vîrusa Korona ketine, li gor amarên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê jî, dora 250 kesî li Rojhilatê Kurdistanê canê xwe jidest dane.
S. B