Qedexeya çûnûhatinê berdewam dibe
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê belav kir, heta daxuyaniyeke din, qedexeya çûnûhatinê bi awayê niha heye, berdewam dibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê belav kir, heta daxuyaniyeke din, qedexeya çûnûhatinê bi awayê niha berdewam dibe.
Di daxuyaniya de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê niha mijûlî pêşniyazên parêzgar û serperiştiyên îdareyên serbixwe ye û di demeke nêzîk de daxuyaniyeke nû derdike ji bo destnîşankirina rêkarên nû.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand, heta daxuyaniyeke din, qedexeya çûnûhatinê wek awayê niha berdewam dibe.
Berê du rojan Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê bi otombîl û peyade ragihandibû.
Di wê derbarê de, Serokê Encûmena Parzêgarê Hewlêrê Elî Reşîd ji K24ê re ragihand, bi me ne baş e îro demjimêr 12 nîvro dukan û market bêne vekirin û qerebalix çê bibe.
S. B