Nêçîrvan Barzanî spasiya xelkê Herêma Kurdistanê dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber mana welatiyan li malên xwe spasiyan welatiyên Herêma Kurdistanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber mana welatiyan li malên xwe spasiyan welatiyên Herêma Kurdistanê dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di twittekê de spasiya xelkê Kurdistanê kir, ji bo li malên xwe dimînin û rêgiriyê li belavbûna vîrusa Korona dikin.

Nêçîrvan Barzanî dibêje: Spasiyeke taybet ji bo qehremanên me, tîmên bijîşkî, hêzên Pêşmerge, bicihkarên yasa û ajansên ragihandinê re, ku bêwestan kar ji bo parastina jiyana xelkê dikin. Şanaziyê bi we dikim.

 

S. B