Îran: Çîn rastiya Vayrosa Korona ne got!
Endamê Desteya Rêgiriya Korona ya Îranê Mînû Mehrêz, tometên giran li welatê Çînê kirin û got, ku Çîn rastiya Vayrosa Korona veşartiye û agahdariyên re-rast dan e
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Desteya Rêgiriya Korona ya Îranê Mînû Mehrêz, tometên giran li welatê Çînê kirin û got, ku Çîn rastiya Vayrosa Korona veşartiye û agahdariyên re-rast dan e.
Herweha Peyvdarê Wezareta Tendirustî ya Îranê Kiyanûş Cîhanpûr jî, Çîn bi belavkirina agahdariyên ne-rast tometbar kir.
Ligor Mehrêz: “Çînê danayên ne-rast belav kirin û zanyariyên ne-rast gotin. Belavbûn û metirsiya Korona diyarkir, ku agahdariyên welatê Çînê ji rastiyê dûr bûn”.
Herweha anî ziman, ku ev agahdariyên niha Çîn dide jî, dibe ne-rast bin. Di destpêkê de Çînê diyar kiribû, ku Covid -19 ne ewqas metirsîdar e. Belay a hatî sere cîhanê gotinên Çîniyan vala derdixe…
C.B