Rêveberiya Xweser dema qedexeya derketina derve dirêj kir
Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona, dema qedexeya derketina derve li Rojavayê Kurdistanê dirêj kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê dema qedexeya derketina derve li Rojavayê Kurdistanê dirêj kir.
Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo parastina berjewendiyên giştî, dema qedexeya derketina derve ji sibê ve heta 15 rojên din hat dirêjkirin. Anku heta roja 21.04.2020’an.
Di daxuyaniyê de hat jî, Li gorî benda 4’an a biryara bi hejmara 29’an a 19.03.2020’an jî dermanxaneyên çandinî û beyteriyê, dikanên sererastkirina parçeyên alavên çandiniyê (patoz, traktor û hwd) divê ji demjimêr 5’ê berêvarê heta 1’ê sibeha roja din vekirî bin.
S. B