Rêveberiya Xweser biryarek derbarê “erkê xweparastinê” derkir
Rêveberiya Xweser operasyonên komkirinê yên ji bo leşkeriya neçar “erkê xweparastin” bo 3 mehan rawestand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser operasyonên komkirinê yên ji bo leşkeriya neçar “erkê xweparastin” bo 3 mehan rawestand.
Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo parastina berjewendiya giştî, selametiya welatiyan û ji ber van rewşên diwar ên belavbûna vîrusa korona, operasyonên komkirinê yên ji bo “erkê xweparastin” li herêmên Rêveberiya Xweser ji bo sê mehan hat rawestandin.
Di daxuyaniya Encûmena Cibicîkar de hat diyarkirin, operasyonên komkirinê yên ji bo erkê xweparastinê ji roja 05. 04. 2020an heta roja 05. 07. 2020an hat rawestandin.
S. B