Qedexeya hatinûçûnê dê berdewam be

Wezareta Navxwe belav kirîye, heya belavkirina ragehandineka nû, qedexeya hatinûçûnê bi vê şêweya niha dê berdewam be.

K24- Hewlêr

Wezareta Navxwe belav kirîye, heya belavkirina ragehandineka nû, qedexeya hatinûçûnê bi vê şêweya  niha dê berdewam be.

Elî Reşîd, serokê Civata Parêzgeha Hewlêrê bi Kurdistan 24 ragehand, me pê baş nebû li 12yê nîvro dûkan bihêne vekirin, çunku dûbare dibe sedema qelebalixîyeka mezin û xelik bi hev re dê berê xwe bidin dûkanan.

Ragehand jî, rêkar û rênimayîyan dê danîn daku qelebalixî çê nebe.

 Dibêje jî: Me daxwaz kirîye, kirê ji kirêçîyan nehête wergirtin.

Ragehandinek ji wezareta Navxwe:

 Gelek supasîya hevwelatîyan dikîn ji bo pabendbûna wan bi rênimayîyên hikumeta Herêma Kurdistanê bo berengarbûna derde Koronayê.

Wezareta navxwe, niha mijûlî gengeşkirina pêşnîyazên rêzdar parêzgar û seperiştyarên îdareyên  serbixwe ye û bi van nêzîkan, daxuyanîyek nû ya wezaretê dê derkeve bo destnîşankirina rêkarên nû.

Heya ragehandina daxuyanîya nû, qedexeya hatinûçûnê bi vê şêwe ya niha berdewam dibe.