Tomarkirina 637 haletên nû yên mirinê bi sedema Koronayê li Ispaniya

Desthelatdarên Tenduristîya Ispaniya, evro Dûşembîyê ragehandin, 637 haletên nû yên mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê li welatê wan hatine tomarkirin û hejmara tevaya mirîyan li welatî bi sedema vayrosa Koronayê gehişte 13,055 kesan.

K24- Hewlêr

Herweha wezaertê ragehand jî, tevaya hejamra tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê gehişte 135,032 kesan, piştî ku Yekşembîyê 130,759 kes bûn û ji duhî ve 4,273 kesên din tûş bûn.

Tevî ku piştî Îtaliya, Ispaniya dûyem bilindtirîn rêjeya mirinê li cîhanê tomar dike; lê ji Pêncşembî ya burî ve, ku 950 haletên mirinê hatin tomarkirin, rojane ew rêje berev kêmbûnê çûye.

Heya sipêdya evro Dûşembîyê, hejmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê li cîhanê milyonek û 274 hezar halet derbaz kir, ji evê hejamreyê zîdetir ji 69 hezar kesab canê xwe ji dest dane û zêdetr ji 264 hezar kes jî çêvebûn e.