Ûsqufî ya Îbarîşîya Kildan li Hewlêrê daxwaz dike bo Cejna Fesih Qîyame nimêjên xwe li mal bikin
Di ragehandinekê, Metran Beşar Metî Werde, serokê Ûsqufî ya Îbarîşîya Kildan li Hewlêrê supasîya hêzên ewlekarîyê, karmendên tenduristîyê û pizîşkên Herêma Kurdistanê dike ku di dema xwe amadekirinê de bo Cejna Fesih Qîyame ya kirîstîyanan, ew li rêza pêşîyê ne li rûbirûbûna derde Koronayê.
K24- Hewlêr

Herweha sûpasîya rêkarên hikumeta Herêma Kurdistanê kir û tekez dike ku pêwîste hemû alî pabendên rênimayîyan bin. Dûpat jî kir, ku hana hemû alîyan didin bo hevkarîkirinê li cîbicîkirina rênimayîyan ji bo xêr û berjewendîya hemû hevwelatîyan.
Di wê ragehandin de hatîye, hemû bawerdarên Kirîstîyan dikarin li çarçove ya pabendbûnê bi rênimayî yên hikumeta Herêmê, her kes di mala xwe de bi rêya alavên peywendîyên civakî pişikdarîyê di nimêj û qidasan de bike û pabendê qedexeya hatinûçûnê bibe.
Herweha daxwaz ji malbatên kirîstîyan dike, ku bo pîrozkirina cejnê serdana hevdû nekin û bi rêya alavên peywendîyê cejna hevdû pîroz bikin.
Daxwaz ji bawerdarên kirîstîyan jî dike, ku niza û duayên bo selametî ya giştî ya cîhanê be ji derdê Koronayê.