Li Îraqê 70 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatin tomarkirin
Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya Îraqê, amara 24 demjimêrên bûrî yan tûşbûn, mirin û çêvebûnê ji derde koronayê ragehand.
K24- Hewlêr
Di ragehandinekê de, Wezareta Tenduristîya Îraqê, amara 24 demjimêrên bûrî yan tûşbûn, mirin û çêvebûnê ji derde koronayê ragehand.
Li gor wê ragehandinê, di dema 24 demjimêrên bûrî de, 70 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li parêzgehên Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî, hatine tomarkirin.
Bi vî awayî:
Bexda: 4 halet.
Besra: 9 halet.
Necef: 4 halet.
Kerbela: 2 halet.
Dîqar: 7 halet.
Silêmanîyê: 3 halet.
Hewlêr: 41 halet.
Her li gor wê rgehandinê, di 24 demjimêrên burî de, 3 kesan bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane. 2 halet li Besraû haletek jî, li devera Rûsafe li Bexda.
Herweha 65 kes bi temamî ji derde koronayê çêvebûne, bi vî awayî:
Necef: 26 halet.
Bexda: 12 halet.
Besra: 10halet.
Wasit: 3 halet.
Silêmanîyê: 11 halet.
Hewlêr: 2 halet.
Duhok: 1 halet.
Di wê ragehandinê de hatîye, heya niha hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronayê li seranserî Îraqê 1,031 halet in, ji evê hejmareyê 61 kesan canê xwe ji dest dane û 344 kes jî bi temamî ji vî derdî çêvebûn e.