Civata Dadwerîyê: 1,474 ragirtî û zîndanî li Herêmê hatin azadkirin û pirose berdewame

Civata Dadwerîya Herêma Kurdistanê di nivîsarekê de ku bo serokatîya Herêma Kurdistanê hatîye şandin, amara wan ragirtîyên hatine azadkirin bi kefalet û herweha ew zîndanîyên hatine hukmdan û bi azadkirin bi merc hatine azadkirin, ragehand.

K24- Hewlêr

Civata Dadwerîya Herêma Kurdistanê di nivîsarekê de ku bo serokatîya Herêma Kurdistanê hatîye şandin, amara wan ragirtîyên hatine azadkirin bi kefalet û herweha ew zîndanîyên hatine hukmdan û bi azadkirin bi merc hatine azadkirin, ragehand.

Di nivîsara Civata Dadwerîyê de ku arasteya serokatîya Herêma Kurdistanê/ nivîsîngeha taybet a serokê Herêmê kirîye, hatîye: Piştî her dû nivîsarên me hejmar (FQ 28/3/2020) û (FQ 5/4/2020) amara wan ragirtîyên bi kefalet li sinûrê her çar Dadgehên (Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk û Germîyan) herweha amara azadkirina bi merc a wan zîndanîyên mehkum in ku li çaksazîyên parêzgehên ( Hewlêr, Silêmanî û Duhokê ne)li rojên 30/3/2020 heya 5/4/2020 bo hewe dişînîn.

Herweha hatîye, hejmara tevaya girtîyên azadkirî û berdan û azadkirina bi merc, li her çar dadgehên Herêmê, 1,474 kes in.

Zelal jî kirîye, li serokatîya Dadgeha Hewlêrê 812 girtî hatine azadkirin û ji evê hejmareyê berdana bi merc 26 kes bûne. li Silêmanîyê 440 girtî hatine azadkirin û ji evê hejmareyê berdana bi merc 12 kes bûne. li Duhokê 170 kes hatine azadkirin û 30 kes berdana bi merc bûne.  Li devera Kerkûk-Germîyan 21 ragirtî hatine azadkirin li gel yek sinêl.

Di dawîya ragehandinê de hatîye, piroseya berdana ragirtîyan û azadkirina bi merc berdewam dibe û li rojên dahatî amarên nû dê bihên belav kiri.

Ragehandina Civata Dadwerîyê

6/4/2020