Saman Berzincî: Rewş metirsîdar bû ye

Saman Berzincî, wezîrê Tenduristîya hiukemeta Herêma Kurdistanê, serdana tûşbûyên Koronayê kir li nexweşxane ya Eizagarî li Hewlêrê.

K24- Hewlêr

Saman Berzincî, wezîrê Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê, serdana tûşbûyên Koronayê kir li nexweşxane ya Rizagarî li Hewlêrê.

Serdana wezîrê Tenduristîyê bo nexweşxane ya Rizgarî, piştî wê yekê hat, ku tûşbûyekê Vayrosa Koronayê li wê nexwşxaneyê girteyeka vîdyoyî belav kiribû û têde behsa wê yekê kiribû ku rewşa wan xirabe û ji wan napirsin û jîngeha vemana wan li nexweşxaneyê li gor pîvankên tenduristîyê nîne.

Piştî wê serdanê, wezîrê tenduristîyê got: Rewşa wan tûşbûyan cêgîre, hinekan gilî û gazinde hebûn û girteyên vîdyoî belav kiribûn, lê rastî ne weha bû, nexweşxane nû ye û hatîye nûkirin jî, kesekî vîya bû direngê şevê biçe derve, rê nedabûn wî, wî jî girteyeka vîdyoyî belav kiribû. Nexweşxane ya Rizgarî mezine û cihê zêdetir ji 500 nexweşan têde heye.

Got jî, li ba me, giringtirîn tişt xweparêzî û kontirolkirin e, cihê daxê ye rewş metirsîdar bûye. Haletên winda hene, anku halet heye çavkanîya wê dîyar nîne. Tenê li Hewlêrê, evro li 10 tax, dû gund, nahyeyek û qezeyekê halet hebûne. Metirsîya dî jî;ewe, ku hejmara tûşbûyan gehiştîye 277 haletan. Ewên li nexweşxaneyê mane berkevtîyên din hene.

Xuya jî kir, heke  hevwelatî harîkar bin û li mal nehên derve, ev bi xwe kerentîne ye. di 48 demjimêrên burî de, dedexe ya hatinûçûnê gelek serkevtî bû.