Sê haletên din li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin
Li Herêma Kurdistanê sê haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatin tomarkirin.
K24- Hewlêr
Li Herêma Kurdistanê sê haletên din yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatin tomarkirin.
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê, di ragehandinekê de, encamên pişkinînên nû ragehand.
Li gor wê ragehandinê, sê tûşbûyên Vayrosa Korona ya nû hatin destnîşankirin, ku sê jin in, rûniştvanên parêzgeha Helbce, nahye ya Hacî Awa û nahye ya Bazyan in. dû ji wan berkevtîyên tûşbûyên berê ne û ewa din jî geşta derve ya welat kirîye.