“Ev hefte ji bo Iraqê metirsîdar e”
Şaneya Qeyrana Vîrusa Korona ya Iraqê vê hefteyê bi metirsîdar binav dike û daxwaz ji xelkê dike pabendî rênimayên xweparastinê bibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şaneya Qeyrana Vîrusa Korona ya Iraqê vê hefteyê bi metirsîdar binav dike û daxwaz ji xelkê dike pabendî rênimayên xweparastinê bibin.
Serokê Şaneya Qeyrana Vîrusa Korona ya Iraqê Emîr Elî Heson ragihand, ev hefte metirsîdar e, ji ber wê daxwaz ji xelkê dikin li malên xwe bimînin û dernekevin.
Herwiha Heson daxwaz ji kenalên ragihandinê û dezgehên medyayî kir, di hilmeta hişyarkirin û agahdarkirina welatiyan ji metirsiyên vîrusa Korona de hevkar bin.
Heta niha li Iraqê 1 hezar û 31 kes bi vîrusa Korona ketine, 64 kesan canê xwe jidest dane û 344 kes jî baş bûne.
S. B