Li Hewlêrê 5 haletên pêketina bi Korona hatin tomarkirin
Li bajarê Hewlêrê pêketina 5 kesên nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 hatine tomarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Hewlêrê pêketina 5 kesên nû bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 hatine tomarkirin.
Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, îro li bajarê Hewlêrê 5 haletên pêketina bi virusa Korona hatin tomarkirin.
Wezaretê diyar kir jî, ew peketî 3 jin, zarokek û peyayekî ne, hemû jî virus ji pêketiyên herdu şînên taxa Karîzanê vegirtine.
Du şînên miriyan li taxa Karîzanê hatibûn danîn, li gor zanyariyan jî zêdetir ji 75 kesan ji encama danîna wan şînan bi vîrusa Korona ketine.
Peyamnêra K24 îro diyar kir, taxa Karîzanê bi temamî hat kerentîkirin û pişknîn û test ji piraniya welatiyên wê taxê re tên kirin.
Li gor dawî amarên Wezareta tenduristiyê, heta niha li Herêma Kurdistanê 285 kes bi Koronayê ketine, ji nava wan jî 3 kesan canê xwe jidest dane.
S. B