Hevpeymaniya Navdewletî ji diyartirîn binkeya serbazî ya Iraqê vedikişe

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka dest bi proseya vekişandina ji hejmarek binkeyên serbasî yên Iraqê kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka dest bi proseya vekişandina ji hejmarek binkeyên serbasî yên Iraqê kiriye û biryar e bibkeya serbazî ya “Ebo Xirêb” jî radest bike.

Biryar e, Hevpeymaniya Navdewletî ji binkeya serbazî Ebo Xirêb vekişe û wê radestî hêzên Iraqê bike, ku wek hestiyartirîn binkeyên serbazî yên Hevpeymanan tê hejmartin.

Bi vî awayî, Ebo Xirêb dibe şeşemîn binkeya serbazî ya Iraqî ya ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jê vedikişin, lê heta niha jî sedema vekişandinê jî ne ron e û berpirsên Amerîkî jî ti daxuyaniyê di wê derbarê de nadin.

Heta niha ji diyartirîn binkeyên serbazî yên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka jê vekişiyane, binkeya Qaim li ser sînorê Sûriyê, binkeya K1 li Kerkûkê, binekya Qeyare li Neynewa û binkeya Hebaniyê li Enbarê ne.

Roja 05. 01. 2020an Parlemana Iraqê yasaya derkirina hêzên biyanî derbas kir, her çend e di rûniştinê de ti parlemanterekî Kurd û Sune beşdar nebûn jî, lê hêzên Şîe ew yasa pesend kir.

Heta niha ne diyar e pêwendiya vekişandina hêzên Hevpeymanan bi wê yasayê heye ya na, lê Peyvdarê Hepeymaniya Navdewletî Myles Caggin ji K24ê re ragihand, niyaza vekişandina hêzên wan, dubare bicihkirina hêzên wan li ser xaka Iraqê ye.

 

S. B